JIN
Hemû Nûçe
-
Hejmara 193'an a Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan
Rojnameya Newaya Jin ku Nîsana 2005'an dest bi weşanê kir û 16 sal li pey xwe hişt, hejmara 193'an gihand ber destê xwendevanan. -
Ji bo xebata 4'an a pirtûka 'Çîroka Her Jinê Heye' bang
Pevgihîna Jinana a Utamarayê ji bo xebata 4'an pirtûkê ya ''Çîroka Her Jinê Heye'' bang kir. -
Seyhan Başak a TJA’yî hate girtin
Çalakgera TJA’yê Seyhan Başak bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ hate girtin. -
7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek birîn
Dadgeriya Tirk bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên ku tevlî bûne, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek birî. -
Vekişîna ji Peymana Stenbolê li Stockholmê hate şermezarkirin
Jinan li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek li dar xistin û dewleta Tirk û Erdogan şermezar kirin ku ji Peymana Stenbolê vekişiyan. -
Spîkera Kurd Azade Namdarî bi rengekî biguman mir
Li paytexta Îranê Azade Namdarî ya ducanî, ku spîkerî dikir li mala xwe bi rengekî biguman mirî hate dîtin. -
'AKP jinan rasterast dike hedef'
"Hişmendiya desthilatdar ji bo avakirina civakeke li gorî xwe jinan wek astengiya herî mezin dibîne. Hemû qanûnên xwe li gorî parastina mêrên tecawizkar, tacîzkar, tundewar û hwd. dîzayn dike. Bi vî awayî rasterast jin kirin hedef." -
Serhildana jinan bend derbas kir
Jin ji ber biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li Kadikoyê benda polîsan derbas kirin û banga mezinkirina serhildanê kirin. -
Li Fransa û Swîsreyê jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
Vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê li Ewropayê tê protestokirin. -
Dayikên Şemiyê bang kirin: Em dozdar in
Dayikên Şemiyê yên ji ber çalakiya 700’an doz lê hate vekirin, vê hefteyê jî daxuyanî da û peyama ‘Em ne dozlêbûyî ne, dozdar in. Çiqas sal derbas bibin bila bibe, em dev ji Galatasarayê bernadin’ dan. -
Taşdemîr: Ji bo me Peymana Stenbolê rastiya xwe diparêz e
Wekîla HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku ji bo aktîfkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê wê têkoşînê bidomînin û got: “Ji bo me jinan payman rastiya xwe diparêz e.” -
Jinên HDP’î bi Seroka MPKE re civiyan
Komîsyona Dîplomasî ya Jinan a HDP’ê bi seroka MPKE’yê Petra Bayer re civiya. Di civînê de nerazîbûn nîşanî desthilata AKP-MHP’ê hate dayîn ku ji peymana Stenbolê vekişiyane. -
Li Londonê dijminahiya dewleta Tirk a li jinê protesto kirin
Platforma Piştevaniya Jinê ya Londonê vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li ser fermana Serokkomarê Tirk Erdogan protesto kirin û got: “Em vê biryarê nas nakin.” -
Başaran: Jin ji Peymana Stenbolê venekişiyane!
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Ji Peymana Stenbolê deshilatdariya AKP-MHP'ê vekişiya, jin venekişiyan." -
Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê li Hambûrgê hate şermezarkirin
Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê bi çalakiyan tê şermezarkirin. -
TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
Çalakvanên TJA’yê çûn serdana Malbata Şenyaşar a ku nobeda berxwedaniyê didomîne. -
Meclîsa Jinan a FEDA'yê: Em biryara feshkirina Peymana Stenbolê nasnakin
Meclîsa Jinan a FEDA'yê got ew biryara feshkirina Peymana Stenbolê ya bi destê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp nasnakin. -
Derketina Tirkiye ya ji peymana Stenbolê li Mannheîmê protesto kirin
Bi çalakiyekê ya ku li bajarê Mannheîm a Elmanyayê hate kirin, derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin. -
Li Berlînê doza li dayikên Şemiyê hatî vekirin hate protestokirin
Doza li dayikên Şemiyê hatî vekirin li paytexta Elmanya Berlînê hate protestokirin. -
Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
Li Îzmîrê mêrê polîsê bi navê Firat K. piştî ku Nagîhan Û. qetil dike, xwe jî dikuje. -
KJK: Newal El Sedawî dosteke hêja ya gelê Kurd bû
Koordînasyona KJK'ê ji bo nivîskara Misrî Newal El Sedawî peyameke sersaxiyê weşand ku di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nawal ji bo parastina mafên jinan ji bo me hemûyan hêz û çavkaniya sûdwergirtinê bû." -
Meclîsa Jinê ya DAD'ê: Em biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê nas nakin
Meclîsa Jinê ya DAD'ê ragihand ku ew biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê nas nakin û got, "Em ê dest ji parastina rastiyê bernedin. Jiyana me, mafê me, biryarên me yên me jinan e. Peymana Stenbolê ya me ye." -
'Erka Serokkomar nîne ku Peymana Stenbolê betal bike'
Hevseroka OHD'ê Ayşe Acînîklî diyar kir, ku erka Serokkomar nîne ku bi rengekî yekalî dawî li Peymana Stenbolê bîne û got, "Ji aliyê hiqûqî ve derbasdar nîne ku bi îmzeyekê, bi biryarnameyekê ji aliyê şexsekî ve bê betalkirin." -
Nivîskara femînîst Nawal El Saadawî rehmet kir
Nivîskar Nawal El Saadawî ya ku di nav welatên Ereban de yek ji pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinan bû, di 90 saliya xwe de rehmet kir. -
RAJIN: Hevrê Nûjiyan bû dengê têkoşîna Edûleyên hemdem
Koordînasyona Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi boneya 4. salvegera şehadeta rojnamevan û têkoşera jin Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) daxuyaniyek da û ew bibîr anî.