Vekişîna ji Peymana Stenbolê li Stockholmê hate şermezarkirin

Jinan li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek li dar xistin û dewleta Tirk û Erdogan şermezar kirin ku ji Peymana Stenbolê vekişiyan.

Komek ji jinan li kolana Drottnîngsgatanê ya Stockholmê li hev kom bû û dewleta Tirk şermezar kir ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişandiye.

Di dema çalakiyê de çalakgerekî ku xwe şibandibû Erdogan, kinc û maskeya wî bi xwe ve kiribû, êrişî jinan dikir ku vê yekê bala mirovên li derdorê jî dikişand.

Jinan di çalakiyê de dowîzên ku vekişîna ji Peymana Stenbolê û tundiya li dijî jinan şermezar dikin hildan û dirûşmên "Tundiya li dijî jinê polîtîk e", "Erdogan, faşîst kujer" qîriyan.