Taşdemîr: Ji bo me Peymana Stenbolê rastiya xwe diparêz e

Wekîla HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku ji bo aktîfkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê wê têkoşînê bidomînin û got: “Ji bo me jinan payman rastiya xwe diparêz e.”

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser mijara biryara fesîhkirina Peymana Stenbolê axivî.

Taşdemîr anî ziman ku ew biryarê nas nakin, diyar kir ku biryara Peymana Stenbolê û doza girtina partiyê ji hev cihê nabînin û wê li dijî vê biryarê têbikoşin.

Taşdemîr destnîşan kir ku deshilata AKP’ê dixwaze li dijî hemû muxalefetên xwe darbeyê bike, her kesê ku vê îtiraz jî bike dixwaze tasfiye bike û got: “Yek ji hêza ku dixwazin tesfiye bikin jin in. Jin demek dirêj in li dijî faşîzma AKP’ê muxalefetek bihêz dike û li ber xwe dide. Divê ev berxwedan di mijara azadiya takekesî ya jinê de bê parastin.”

Têkoşîna ku jinan hilberandî û enerjiya afirandî li welat mijara demokrasiyê bihêz dike. Li welat cihêkariyeke mezin heye, di mijara siyasî de mirov gihane nuqteya ku dijminahiyê li hev bikin.Lê jin bingehekî valaderxistina vê siyasetê ava dike. Jinên ji bawerî û pêkhateyên cihê ji bo welatek demokratîk û mafê jinan li ser heman bingehî tên ba hev. AKP di şevekê de Peymana Stenbolê bi darbeyekê dixwaze fesîh bike, lê her rojê tundiya li jinê zêde dibe û digihêje asta hovîtiyê. Di nava civakê de ev yek rê li ber tevgerê vedike.”

Taşdemîr bal kişand ser êrîşên li ser sîstema hevserokatî û saziyên jinan û dîsa bi qeyûman dagirkirina şaredariyan, diyar kir ku biryara li ser Peymana Stenbolê ne ya yekê ye. Taşdemîr got: “Li welat pêvajoyeke ya restorasyonê heye, pêvajoyê, rejîmê li welat ji nû ve li gorî îdeolojiya xwe rêk bixe. Dixwaze vê restorasyonê bixe meryetê. Ji bo vê jî divê jinan tefiye bike. Têkoşîna jinê azadîxwaz, demokratîk û diyarkere.

Li cihê ku xeta azadiya jinê hebe, rejîma yek mêrî û otorîter, hûn nikarin hêza mêr serwer bikin. Dixwazin profîleke jinê ya makul ava bikin. Ji bo vê têkoşîna hevpar aj jinê tê hedefkirin.”

Herî dawî Peymana Stenbolê kirin hedef. Peyman li dijî tundî destdirêjî-destavêtinê berpirsiyariyên dewletê hebûn, berpirsiyariyên heyî bibîr dixe. Dewlet van berpirsyariyan nagire ser xwe.”

Taşdemîr da xuyakirin ku piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê roja din peymaneke bi navê Peymana Enqerê amadekirin û wiha pêde çû: “Ji bo zextên civakê bidin kêmkirin, ev kirin. Ji ber ku di nava civakê de rê li ber bandorbûnekê vekir. Hem di warê tundiya li jinê bandorbûn heye, hem jî di nava raya giştî de rê li ber bertekên cidî vekirin. Jin têkoşîneke cidî dikin. Ji bo bikare hinek van nerazîbûnan vala derbixin jî, ji bo asayî bikin goti; ‘me peymana Enqerê amade kiriye’.”

Çi ferq di navbera Peyman Enqere û Peymana Stenbolê de heye? Kîjan madeya di Peymana Stenbolê de we aciz kir. Hûn di kîjan nûqteyê de bû ku bêjin vê nikarin bikin, fesîkirina wê yan jî vekişandina wê da û dibêjin; ‘Em Peymana Enqerê amade dikin’. Em baş dizanin ku tenê ev mijûlkirin e. AKP dikare xw ebi xwe Peymana Enqerê îmze bike, dikarin bi xwe lêbidin û bêjin. Ji bo me jinan Peymana Stenbolê rastiya xwe diparêz e. Ji bo pêkanîn û aktîfkirina peymanê têkoşîna me wê bidome.”

Taşdemîr bal kişand ku êrîşên li ser partiya wan jî ji vê konseptê ne cuda ye û wiha domand: “Partiya me di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, di dîroka demokrasî û têkoşîna jinê de qadeke cidî vekir. Ji nûnertiya wekhev a jinê bigire heta tevlîbûna qada siyasî, ji sîstema hevserokatiyê bigire heta mijarên din cih girt. Zêdebûna nûnertiya jinê ya ku bi serbilindî li her derê qala wê bê kirin, serketina partî û meclîsa jinan a me ye.

Partiya me partiyeke welê ye ku bi perspektîfên têkoşîna jinê ketiye ser rê. Ji ber gelek dînamîkan partiya me hatiye hedefkiri, yek ji van jî ji ber roka veguherîna civakî ya têkoşîna jinê ye. Partiya me mijara siyasî ya ku wek hedefek danî pêşiya xwe felsefeya jinê ye û têkoşîna vê dide. Girtina HDP’ê tê wateya xespkirina destkeftiyê jinê ye. Ji bo vê hem em ê ji bo Peymana Stenbolê û hem jî li dij doza girtina partiya xwe têkoşîneke hevpar bikin.”