KJK: Newal El Sedawî dosteke hêja ya gelê Kurd bû

Koordînasyona KJK'ê ji bo nivîskara Misrî Newal El Sedawî peyameke sersaxiyê weşand ku di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nawal ji bo parastina mafên jinan ji bo me hemûyan hêz û çavkaniya sûdwergirtinê bû."

Peyama sersaxiyê ya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

"Bi xemgînî me agahiya mirina nivîskara bi nav û deng Newal El-Sedawî bihîst, ku bi têkoşîna xwe ya direj ji bo parastina mafên jinan tê naskirin. Newal ji bo me hemiyan bûye çavkaniya îlham, hêz û serbilindahiyê.

Em bi navê KJK`ê sersaxiyê ji xwe, ji gel û jinên Misirê re dixwazin. Em dixwazin bi bîr bixin ku me kesayeteke hêja û doseteke gelê Kurd, her wiha alîgireke berz ya doza jinên Kurd bi taybetî, wenda kir.

Me hevalek dirust ku baweriya wê bi hevgirtina jinan ji bo rizgariya ji zihniyeta desthilatdar hebû, wenda kir. Wekî KJK`ê me Dr. Newal El-Sedawî ji nêz nas dikir û gelek hevdîtin û bîranên me pê re çêbûn. Bandoreke ku nayê jibîrkirin li me kir, ji ber ku gelek nîqaşên bi nirx têkildarî dozên azadiya jinan di navbera me de çêbûn. Wê girîngiyek zêde dida doza me û bawerî bi têkoşîna me dikir.

Ji lewre, em destnîşan dikin ku Newal El-Sedawî wê di dil û mejiyê me de wekî mûmeke pêketî bimîne. Em teqez dikin ku em ê têkoşîna xwe dewam bikin da ku em hêjayî bîranîna wê û mîrata wê ya fikrî bin. Em soza xwe ji hemû jinên herêmê û cîhanê re nû dikin ku em ê li hember hemû cureyên cudakariya sîstematîk a li hember jinan, têkoşîna xwe bilind bikin heta ku em azadî û mafên xwe di civakeke wekhev, adil, bi rûmet de bi dest dixin."