Spîkera Kurd Azade Namdarî bi rengekî biguman mir
Li paytexta Îranê Azade Namdarî ya ducanî, ku spîkerî dikir li mala xwe bi rengekî biguman mirî hate dîtin.
Li paytexta Îranê Azade Namdarî ya ducanî, ku spîkerî dikir li mala xwe bi rengekî biguman mirî hate dîtin.
Medyaya Îranê duh êvarî ragihand ku li paytexta Îranê Tehranê spîkera Kurd Azade Namdarî ya ji bajarê Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên hatine dayîn cenazeyê Azade Namdarî ya ducanî li mala wê ya li avahiyeke Tehranê hatiye dîtin. Ew çend roj bûn malbata wê nedikarî xwe bigihîninê , dema ku telefonî wê dikirin bersiv nedida.