Meclîsa Jinê ya DAD'ê: Em biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê nas nakin

Meclîsa Jinê ya DAD'ê ragihand ku ew biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê nas nakin û got, "Em ê dest ji parastina rastiyê bernedin. Jiyana me, mafê me, biryarên me yên me jinan e. Peymana Stenbolê ya me ye."

Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) têkildarî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vekişîna ji peymanê derba li îradeya jinê ye û hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Peymana Stenbolê ku 34 welatên Ewropayê di nav de ne, mafekî ji bo parastina ji tundî û destavêtinê ye û hate gotin, "Astengkirina vî mafî, sabotekirina wê darbeya li îradeya jinê ye. Betalkirina vê peymanê sûcekî li dijî jinan e. Bi navê Meclîsa Jinê ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk em radigihînin ku vê biryarê nas nakin. Em ê dest ji parastina rastiyê bernedin. Jiyana me, mafên me, biryarên me yên me jinan e. Peymana Stenbolê ya me ye.

Ji wan kesên ku ji Peymana Stenbolê ditirsin û aciz bûne re em dibêjin: Em ê rastiya xwe her carê li bîra we bixin. Em, jinên Elewî, em ê têkoşîna xwe ya ji bo maf û rastiyê mezin bikin, em ê bêhtir azad bibin."