Hejmara 193'an a Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

Rojnameya Newaya Jin ku Nîsana 2005'an dest bi weşanê kir û 16 sal li pey xwe hişt, hejmara 193'an gihand ber destê xwendevanan.

Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya nû de giraniyê dide ser 4'ê Nîsanê, rastiya Rêbertî û tecrîdê, her wiha ji 8'ê Adarê heta Newrozê berxwedana azadiyê ya jinan vedibêje.

Di hejmara dawî de hevpeyvîna bi Sekretera Navneteweyî ya Sendîkaya Unite Union û yek ji rêveberên çalak ên Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' Clare Baker, nivîsa Zîlan Narîn a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku jidayikbûna xwe veguheriye bûyîna civakekê û nirxandinên dayika Ocalan Uweyş ên li ser Ocalan cih digirin.

Sîmten Coşar li ser têkoşîna mafên jinan, 8'ê Adarê û berxwedana jinê ya geş dibe, ji rojnameyê re nivîsî.

Rojnameyê têkildarî heman mijarê bi Kurdî cih da gotarên Necîbe Qeredaxî û Gulistan Îke.

Li beşa biyografiyê jî rojnameyê cih da nivîskara femînîst a Misrî Nawal El Aaadawî ku beriya çend rojan koça dawî kiribû.

4'ê Nîsanê di heman demê de roja avabûna Newaya Jin e ku 16 sal li pey xwe hişt. Bi vê wesîleyê rojnameyê cih da nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwendewanên Newaya Jin ên ji Swîsre, Îngilistan, Awûstûrya, Belçîka, Elmanya û Hollandayê.