Karwanekî din ê girseya gel berê xwe da Bendava Tişrînê

Karwanekî din ê ji şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û piştevaniya bi QSD û YPJˈê re, berê xwe da Bendava Tişrînê.

Zêdetirî mehekê ye êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê dewam dikin. Di encama êrişan de zirarên mezin li bendavê bûn.

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişan û ji bo piştgiriya bi QSDˈê re, li bendavê di nobetê de ne.

Îro jî komeke din ku ji sedan şêniyên li Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê pêk tê, bi heman armancê berê xwe da bendavê.

Li bajarê Til Temirê bi dehan kes li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û berê xwe da bajarê Hesekê.

Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê hatin gel hev, ber bi Hesekê ve bi rê ketin. Xelkê Zirganê jî tevî karwanê xelkê Dirbêsiyê berê xwe da Hesekê.

Karwanê şêniyên bajarê Amûdê jî yekser berê xwe da Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê.

Li bajarê Şedadê jî bi sedan kesî berê xwe da bajarê Erîşê û bi karwanê xelkê Erîşeyê re berê xwe da Hesekê.

Şêniyên bajarê Hesekê li Çerxerêya Panorama ya li başûrê bajar kom bûn û beşdarî karwanên xelkên ji bajarên din ên Cizîrê bûn.

Karwanên gel ên ji wan bajaran ku li Hesekê gihaştin hev, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.