'AKP jinan rasterast dike hedef'

"Hişmendiya desthilatdar ji bo avakirina civakeke li gorî xwe jinan wek astengiya herî mezin dibîne. Hemû qanûnên xwe li gorî parastina mêrên tecawizkar, tacîzkar, tundewar û hwd. dîzayn dike. Bi vî awayî rasterast jin kirin hedef."

Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Ji ber polîtîkayên dewletê yên bêcezakirinê tahdeya li jinê tên kirin zêdetir dibe. Di 19 salên desthilatdariya AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin. Di demên dawî de jin jî ji bo ku karibin bijîn xwe diparêzin. Li aliyê din jinên ku xwe ji tundiya mêr diparêzin jî bi cezayê giran ê girtîgehê tên cezakirin.

Li ser ferman û biryara Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan Tirkiye ji Peyaman Stenbolê vekişiya. Destpêkê Tirkiyeyê peyman îmze û qebûl kiribû. Ji roja Peyman hatiye betalkirin heta niha aktîvîstên jin û rêxistinên jinan nerazîbûnên xwe tînin ziman.

'DI 19 SALÊN DESTHILATDARIYA AKP’Ê DE TUNDIYA LI SER DIJÎ ZÊDE BÛ'

Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç, têkildarî tundiya li dijî jinê û vekişîna Peymana Stenbolê ji ANF’ê re axivî. Tûnç anî ziman, ku di 19 salên desthilatdariya AKP’ê de tundiya li dijî jinê di asta herî jor de zêde bû û wiha axivî: “Tundiya ku bi AKP’ê re zêde bûye li hemû qadên civakê belav bûye. Hikûmeta AKP’ê ji ber ku naxwaze jin li Tirkiye û Kurdistanê bibe xwedî gotin û maf bênavber êrîşî jinan dike û jinên têkoşer dike hedefa xwe. Herî dawî bi ferman û biryara Erdogan ji Peymana Stenbolê vekişiyan. Çima vekişiyan? Û çima Peyman ji bo jinan girîng e?

Peymana Stenbolê ji bo parastina jinan a ji her cureyên tundiyê di 11’ê Adara 2011’an de ji aliyê Konseya Ewropayê ve li Stenbolê ji hemû welatan re bo îmzeyê hat vekirin. Peyman di 8’ê Adara 2012’an de yanî Roja Jinên Cîhanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Hin dewletên endamên Konseya Ewropayê û dewletê din peyman îmze kiribûn. Tirkiye jî yek ji van welatan bû ku destpêkê ev peyman îmze kiribû. Peymana Stenbolê li ser wekheviya zayendiya civakî hatiye danîn. Armanca peymanê wekheviya navbera jin û mêran û li dijî jinan astengkirina her cureyên tundiyê ye. 

SEDEMA HEDEFNÎŞANDAYÎNÊ

Li Tirkiyeyê êdî hemû qanûn li gor qanûnên ‘kesekî’ tên amadekirin. Kesên li hember vê yekê derdikevin jî wek dijmin tên pênasekirin. Hişmendiya desthilatdar ji bo avakirina civakeke li gorî xwe jinan wek astengiya herî mezin dibîne. Jixwe di guhertin û derxistina hin qanûnan de ev tişt tê dîtin. Hemû qanûnên xwe li gorî parastina mêrên tecawizkar, tacîzkar, tundewar û hwd. dîzayn kir. Bi vî awayî rasterast jin kirin hedef. Jixwe piştî hedefnîşandana Erdogan û tifaqa faşîst a desthilata AKP-MHP’ê tundiya li ser jinan zede bû, her roj jin hatin qetilkirin û hê jî tên qetilkirin; rastî tacîz, tecawiz û destdirêjî hatin. Ne tenê jin, di heman demê de paşeroja civakê zarok jî rastî heman pêkanînana hatin. Desthilatdariyê bi qanûnên xwe mêrên tecawizkar her tim  xelat kirin û jinên ku li hemberî mêran parastina xwe ya cewherî kirin hedef nîşan dan.”

‘AKP DIXWAZE JINÊ BÊ ÎRADE BIHÊLE’

Tûnç destnîşan kir ku jinên di nava AKP’ê de siyasete dikin, dîroka xwe ya jinê winda kirine û wiha pê de çû: “Jinên ku di tifaqa AKP-MHP’ê de siyasetê dikin, nasnameya xwe ya jinbûnê winda kirin û bûne parçeyek ji sîstema mêr. Çi dibe bila bibe û bi kijan îdolojiyê dibe bila bibe divê jin ti carê ji nasnameya xwe dur nekeve. Ji destpêka dîrokê heta niha jin heye û jin afirenêre herî mezine. Lê mixabin di roja îro de AKP dixwaze jinê bê îrade bihêle û ji holê rake. AKP dixwaze jineke weke koleyê mêr biafirîne. AKP her ku diçe teng dibe êrîşî civakê dike, belê di her alî de li ser civakê êrîş heye lê êrîşa herî dijwar li dijî jinê tê meşandin.”

‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE JIN TÊN TECRÎDKIRIN’

Tûnç destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin de paradigmaya jinê hedef tê girtin û wiha dom kir: “Ji dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ve Birêz Ocalan ji bo azadiya jinê têkoşînek bêhempa dide. 22 sal in li ser Birêz Ocalan tecrîd tê meşandin. Di şexsê Birêz Ocalan de jin tên tecrîdkirin Di heman demê de paradîgmaya Birêz Ocalan ya ji bo jinê daye afirandin hedef tê girtin. Bi Birêz Ocalan re dixwazin têkoşîna jinê bifetisînin û ji ber vê yeke jî tecrîdê giran dikin. Eger ku em jin îro bixwazin azad bijin divê bi hemû hêza xwe em ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Birêz Ocalan têbikoşin. Heta ku tecrîd li Îmraliyê bidome wê tundî û tecrîda li ser jinê jî bidome.” 

LI KURDISTANÊ ŞERÊ TAYBET

Tûnç da zanîn ku nêzî pênç sale li Kurdistanê li dijî civakê şerekî taybet ketiye dewrê de û ev tişt got: “Piştî Rêveberiyên Xweser û vir de AKP li Kurdsitanê şerekî taybet daye meşandin. Hikûmet li herêmên weke Amed, Şirnex, Dersim û Êlihê destdirêjiya li ser jinê û madeyên hişberiyê pêş dixe û dixwaze ciwanan ji civakê dur bixe. Vê yekê jî bi rêya leşker û polîsan dimeşîne. Nêzî du sal e jina ciwan ya bi navê Gulistan Doku winda ye. Gulistan bi destê kurê polîs ve hate winda kirin û vaye du sale ti agahî jê nayê girtin. Her wiha li Êlihê dîsan Îpek Er ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve hate desteserkirin û bi mehan rastî destdirêjiyê hat. Dîsan li navenda Şirnexê bûyerek heman ji aliyê çawişê pispor ve derket holê. Dewlet bi zanebûn kesên wiha perwerde dike û dişîne Kurdistanê.”