7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek birîn

Dadgeriya Tirk bi hinceta daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên ku tevlî bûne, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek birî.

Derbarê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek de ji ber çalakiyên tevlîbûyî û beyanên şahidê nepen bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Şîmşek, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna ku Şîmşek tevlînebûyî de parêzerên wê Cemîle Tûrhalli Balsak, Gulan Çagin Kalelî û Şivan Cemîl Ozen amade bûn. Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya vê de ku xwestibû Şîmşek ji “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin dûbare kir.

Parêzer Şivan Cemîl Ozen, diyar kir ku parastina derbarê esase de weke nivîskî pêşkeşî dosyayê kirine û anî ziman ku beyanên şahidên nepen ne rast in, derveyî hiqûqê ne. Ozen, da zanîn ku vê yekê qebûl nakin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak jî diyar kir ku çalakiyên bûne mijara dozê divê di çarçoveya azadiya îfade û ramanê de bên nirxandin û anî ziman ku têkildarî îdîayan tu tiştekî qanûnî tune ye. Balsak, xwest ku dadgeh biryara beraetê bide.

Parêzer Gulan Çagin Kalelî jî destnîşan kir ku beyanên şahidên nepen tena serê xwe nikare esas were girtin û da zanîn ku ji xeynî beyanên nepen tenê delîleke şênber di dosyayê de nîne. Kalelî daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.

Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 5 sal ceza da Şîmşekê, pişt re nîviyê vî cezayî lê zêde kir û cezar 7 sal 6 mehan. Dadgehê têkildarî Şîmşekê nirxandina “keseke dikare sûc bike” kir û ceza danexist.