Jinên HDP’î bi Seroka MPKE re civiyan

Komîsyona Dîplomasî ya Jinan a HDP’ê bi seroka MPKE’yê Petra Bayer re civiya. Di civînê de nerazîbûn nîşanî desthilata AKP-MHP’ê hate dayîn ku ji peymana Stenbolê vekişiyane.

Komîsyona Dîplomasî ya Jinan a HDP’ê bi seroka MPKE’yê Petra Bayer re bi rêya onlîne civînek lidar xistin.

Ev kes tevlî civînê bûn wiha ne: Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşa Acar Başaran, Berdevka Komîsyona Dîplomasî ya Jinan a HDP’ê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Gulistan Koçyîgît, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, Parlementerên HDP’ê û endamên Meclîsa Jinan dîsa Seroka Komîsyona Pêşîlêgirtina Cihêkarî û Wekheviyê ya Konseya Ewropayê (AKPM) Petra Bayer, Berdevka Jinan a Pariya Sosyalîst a Ewropayê Zîta Gurmaî, Endama Komîsyona Wekheviya Jinan û Parlemetera Partiya çep a Swêd Jallow Malcolm, Alîkara Serokê Partiya Sosyalîst a Ewropa Katrîne Skov û endama Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Sosyalîst a Ewropa Sanchîa Alasa.

Endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktivîstên TJA’yê jî tevlî civînê bûn. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran mafê axaftinê girt û diyar kir ku biryara vekişîna dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê nikarin ji polîtîkayên dijminahiya jinê ya li cîhanê cuda bigirin dest. Başaran got: “Eger em helwestek hê zelaltir raber bikin, wê bike ku desthilat di mijara Peymana Stenbolê de gav bi şûn ve bavêje.”

endama Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya jî anî ziman ku 5 salên dawî tundiya li jinê zêdetir bûye. Parlementera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîgolû jî bal kişand ser xebatên jinan ên li Meclîsê û got: “Em jin ji peymana Stenbolê venekişiyane, yê vekişiyayî Erdogan e.”

Berdevka Jinan a Partiya Sosyalîstan a Ewropa Zîta Gurmaî jî axivî û got: “Em bi jinên li Tirkiyeyê di nava piştevaniyê de ne. Biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê ji bo hemû jinên li cîhanê biryareke ya fikarê ye.”

Seroka AKPM’ê Petra Bayer jî got: “Eger ku Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê wê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê bide rakirin, partiyeke siyasî ya bi milyonan hilbijêrê wê hene, nede girtin.”

Di civînê de peyama têkoşîna hevpar hate dayîn.