Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê li Hambûrgê hate şermezarkirin
Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê bi çalakiyan tê şermezarkirin.
Vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê bi çalakiyan tê şermezarkirin.
Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, Tevna Jinê ya Hambûrgê çalakiye li dar xist û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kir.
Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê, Yenî-Kadin Hambûrg, Tevgera Jinê ya Demokratîk a Hambûrgê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û komên femînîst ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî li taxa Altonayê pêk hat û hate ragihandin ku erkeke bi vî rengî ya Serokkomarê Tirk nîne.
Qisekeran diyar kirin ku vekişîna ji peymana Stenbolê tê wateya şirîkatiya dewletê li komkujiyên jinan.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Ev hîn destpêke, têkoşîn wê dewam bike" bi dawî bû.