'Erka Serokkomar nîne ku Peymana Stenbolê betal bike'

Hevseroka OHD'ê Ayşe Acînîklî diyar kir, ku erka Serokkomar nîne ku bi rengekî yekalî dawî li Peymana Stenbolê bîne û got, "Ji aliyê hiqûqî ve derbasdar nîne ku bi îmzeyekê, bi biryarnameyekê ji aliyê şexsekî ve bê betalkirin."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Peymana Stenbolê di şeva 20'ê Adarê de bi rengekî yekalî betal kir. Tirkiye jî di nav de 20 endamên Konseya Ewropayê 11'ê Gulana 2011'an mohra xwe danîbûn binê vê peymanê. Peymana Stenbollê yekemîn Peymaneke Ewropayê bû ku pêşî li tundiya li jin û zarokên keç, pêşî li tundiya li nava malbatê digirt. Li Tirkiyeyê ku rojane bi dehan jin têne kuştin, jin ji bo bicihanîna vê peymanê bi salane li qadan e û dibêjin, "Tundiya li dijî jinê polîtîk e." Betalkirina peymanê sê roj in li tevahiya Tirkiyeyê tê şermezarkirin.

Gelo peyman dikare bê betalkirin? Hikumetê çima di rewşeke wiha de ku tundiya li dijî jinê her roj zêde dibe, peyman betal kir? Me ev pirsên xwe li Hevseorka Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) Ayşe Acînîklî kir. Acînîklî got, "Erkeke bi vî rengî ya Serokkomar nîne. Di nava erka jê re tê dayin de jî ev nepêkan e. Peymana ku ji bo bicihanîna wê nîqaş dihate kirin, ji holê hate rakirin. Bi rastî jî em ber bi cihekî baş ve naçin."

'ME LI BER XWE DIDAN JI BO CIH WERE ANÎN, LÊ HATE BETALKIRIN'

Acînîklî bi bîr xist ku tundiya li dijî jinê rojane li Tirkiyeyê zêde dibe û destnîşan kir, pirsgirêk ji ber polîtîkayên giştî yên hikumetê ye. Acînîklî got, "Li tevahiya cîhanê tundî li jinê tê kirin, lê belê li Tirkiyeyê piştî desthilatdarîbûna AKP'ê rewşeke welê ya kuştina jinê, destavêtin û destdirêjiya li jinê afirî." Acînîklî destnîşan kir, berpirsyarê neparastina jinê, hikumet e.

Acînîklî bi dewamî got, "Hebûna peymanê car carna ji aliyê biryarên dihatin wergirtin û ewlebûna mirovan girîng bû. Li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna vê peymanê pirsgirêkên gelekî cidî hebûn. Ji bo Peymana Stenbolê bê bicihanîn siyasetek dihate meşandin, ji ber ku nedihate bicihanîn. Niha ew jî ji holê rakirine. Ev yek berhema polîtîkaya desthilatdariyê ya dijminatiyê ye."

'ERKEKE BI VÎ RENGÎ YA SEROKKOMAR NÎNE'

Ji bo pirsa "Gelo ji aliyê hiqûqî ve pêkane ku peyman bi gotina şexsekî bê betalkirin?" Acînîklî wiha got, "Betalkirin li dijî hiqûqê ye, derbasdar nîne. Di destûra bingehîn de erka serokkomar heye ku peymaneke navneteweyî bipejirîne û biweşîne, lê belê erka xwe nîne ku betal bike." Acînîklî destnîşan kir, peymana ku ji aliyê meclîsê ve hatiye pejirandin, dema ku guncaw hate dîtin dikare ji aliyê meclîsê ve bê betalkirin.

Acînîklî diyar kir, şertê giştî yê bûyîna dewleta hiqûqê divê bi vî rengî bê dîtin û got, "Nuqteyeke din jî ew e ku di mijara têkildarî mafên mirovan de erka serokkomar nîne ku yekser ji holê rake. Şertê dewletbûna hiqûqê ev e. Di destûra bingehîn de hatiye diyarkirin ku maf di kîjan astê de dikar bê bisînorkirin û ev jî tenê di çarçoveya qanûnan de dikare bê kirin. Serokkomar ev yek li gorî erkekê kir ku beriya 2 salan wî ew erk bi xwe dabû xwe. Rewşeke trajî komîk e."

'NORM DI SER HIYERARŞIYÊ RE YE, PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ DI SER DESTÛRA BINGEHÎN RE NE'

Acînîklî xala 90'î ya Destûra Bingehîn bi bîr xist û destnîşan kir, Peymana Stenbolê ji ber ku peymaneke navneteweyî ye di ser destûra bingehîn re ye. Acînîklî bi bîr xist ku norm dema li gorî hiyerarşiyê hate nirxandin, xala 90'î ya Destûra Bingehîn derbasdar dibe ku tê gotin, "Dema ku bi qanûnên heyî re nakok be hingî hukmê peymana navneteweyî derbasdar e." Acînîklî got, "Em qala tiştekî wiha dikin. Ji aliyê hiqûqî ve derbasdar nîne ku bi îmzeyekê, bi biryarnameyekê ji aliyê şexsekî ve bê betalkirin. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye niha ji dewleteke hiqûqê dûr ketiye. Berê jî ji aliyê bicihanîna Peymana Stenbolê ve pirsgirêk hebûn."