Meclîsa Jinan a FEDA'yê: Em biryara feshkirina Peymana Stenbolê nasnakin

Meclîsa Jinan a FEDA'yê got ew biryara feshkirina Peymana Stenbolê ya bi destê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp nasnakin.

Meclîsa Jinan a Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA)feshkirina Peyman Stenbolê şermezar kir.

FEDA'yê got, ''Peymana Stenbolê xeta me ya sor e'' û xwest ku demildest 'koalîsyona AKP-MHP, Ergenok û mafya çete'' ku ev peyama Stenbolê fesh kirine zû dev ji vê biryara feshkirinê biqerin û Peymana Stenbolê dîsa sazkar bibe.

FEDA'yê bi bîr xist ji roka ku Tirkiyê Peymana Stenbolê fesh kiriye û vir ve 6 jin hatine kuştin, jinan bi berxwedaneke birûmet ev peyman bi dest xistine ku pê hilmê distînin û ti caran wê dev ji vê peymanê neqerin.

FEDA'yê got, ''Peymana Stenbolê xeta me ya sor e, kesek nikare ji me bistîne!''