Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Derketina Tirkiye ya ji peymana Stenbolê li Mannheîmê protesto kirin

Bi çalakiyekê ya ku li bajarê Mannheîm a Elmanyayê hate kirin, derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê li welatên Ewropayê tên protestokirin.

Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan û Yekîtiya Hêza Jinê  li bajarê Mannheîm a Elmanyayê bi çalakiyekê derketina Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin.

Nêzî 100 jinên Kurd, Elman û Tirkiyeyiyên çep tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên hate kirin de hate gotin ku fesîhkirina Peymana Stenbolê tê wateya rewakirina qetilkirin, destdêrêjî-destavêtina jinan.

Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Qatilê Jinan Erdogan’ bi dawî bû.