Qurbaniyên komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 111'an de hatin bîranîn. Di bîranînê de hate ragihandin ku wê têkoşîna ji bo edaletê dewam bike.

Qurbaniyên komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate kirin di meha 111'an de hatin bîranîn. Bi vê armancê li pêşiya Gar a Enqereyê bi pêşengiya Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê mîtîngek hate lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Kesên beşdarî bîranînê bûn dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Na ji şer re, aştî a niha” berz kirin.

Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bîranînê de axivî û wiha got: “Belê, bi ser komkujiyê re 111 meh derbas bûn û di darizandinên vê pêvajoyê de bi tu awayî daxwaza edaletê nehat cîbicîkirin. Dê têkoşîna me ya edaletê bidome. Em ê bibin neferên vê têkoşîna edaletê. Ji bo em bêhtir destkeftiyan bi dest bixin dê bêhtir hewl bidin. Em ê nehêlin were jibîrkirin û dê her mehê li pêşiya garê bin. Em dîsa li vir in û ev têkoşîn wê tu caran bi dawî nebe.”