Nivîskara femînîst Nawal El Saadawî rehmet kir

Nivîskar Nawal El Saadawî ya ku di nav welatên Ereban de yek ji pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinan bû, di 90 saliya xwe de rehmet kir.

Rojnameya dewletê El Ahram diyar kir ku nivîskar Saadawî di 21’ê Adarê de jiyana xwe ji dest daye.

Saadawî ya ku pirtûkên wê yên femînîst ên bi navê ‘Berê jin hebû’ û ‘Jin û zayendî’ referansên xurt in, demeke dirêj di nav welatên Ereban de ji bo mafên jinan û patrîarkayê têkoşîneke xurt meşand.

Nawal El Saadawî di 50 berhemên xwe de qala pirhevjînî, turban, bêedaletiya mafê mîrateyê ya di navbera jin û mêran de û sunneta jinan dikir û bertek nîşanî van tiştan dida.

Pirtûka Saadawî ya bi navê ‘Jin û zayendî’ di sala 1972’an de derketibû. Saadawî di vê pirtûka xwe de qala sunnetkirina jinan dikir. Pirtûk berê hate qedexekirin û piştre nivîskar neçar ma ku dev ji karê xwe bijîşkiyê berde.

Ji ber gefên Îslamîstan Nawal El Saadawî neçar ma ku di sala 1993’an de ji Misirê derkeve û sirgunî DYE’yê bû. Di sala 2005’an de dema ku vegeriya Misirê bû berendama serokkomariyê lê bi sedema ku hêzên ewlekariyê mîtîngên wê asteng dike, dev ji berendamtiyê berda.