Li bakurê Bendava Tişrînê şer diqewime

Hate ragihandin ku li bakurê Bendava Tirşînê ku di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ye, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de şer diqewime.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrîş birin ser bakurê Bendava Tişrînê.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşan û tê gotin, li qadê şer diqewime. Li gorî agahiyan şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wesayiteke çeteyan îmha kirin û şer jî dewam dike.