Serhildana jinan bend derbas kir

Jin ji ber biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê li Kadikoyê benda polîsan derbas kirin û banga mezinkirina serhildanê kirin.

Bi pêşengiya Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Bi Cih Bîne li Meydana Îskele ya Kadikoyê çalakiyek girseyî hate lidarxistin. Li gel ku polîsan her kuçe dorpêç kiribû jî jin daketin qadê. Di çalakiya ku bi hezaran ji 7 heta 70 salî jin tevlî bûyî de, hemûyan bi yek dengî “Ji biryarê bi paş ve bavêje” bang kir. Benda polîsan jî xwe li ber îsyana jinan negirt. Polîsan rê nedan ku jin alavên deng bibin qada çalakiyê, li ser vê alozî derket. Polîsan bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrîşî jinan kir.Jinan bi rûxmê hemû astengiyan barikat şikandin û dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin” berz kirin. Jinên ku pankarta bi nivîsa “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” vekirin, alên bi rengê xemr hilgirtin.

Di çalakiya ku dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Cinayetên jinan polîtîk in” berz kirin de, li ser navê Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê Bi Cih Bîne Îrem Kayikçi daxuyanî xwend. Kayikçi wiha got: “Agahiyek ne baş ji bo wan kesên ku bi tena serê xwe biryarê li ser navê hemû jinan dide heye. Me ‘Peymana Stenbolê’ dîsa anî rojevê, dema zagona bi hejmara 6284 e.”

Kayikçî diyar kir ku ew li vir in û ew dest ji yek mafê xwe jî bernadin û got, “Em bang li her kesî dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin. Em bêdeng nabin, natirsin, stûyê xwe xwar nakin!”