Nobeda gel a li Tişrînê di roja sêyemîn de ye

Çalakiya nobedê ya gel ku li hemberî êrîşên li ser Bendava Tişrînê hate destpêkirin, di roja sêyemîn de ye. Nobedaran peyamên berxwedanê dan.

Ji bo parastina Bendava Tişrînê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Çileyê de dest bi çalakiya nobedê kirin. Dewleta Tirk a dagirker di roja destpêkê de êrîş bir ser konvoya gel û sûcekî giran ê şer kir.

Li gel êrîşan jî girseya gel xwe gihand Bendava Tişrînê û bang kir ku dawî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cih û warên sivîlan û binesaziya herêmê bê anîn.

Çalakgerên nobedê careke din piştgiriya xwe ya ji bo şervanên QSD û YPJ'ê re nîşan dan ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.