Li Londonê dijminahiya dewleta Tirk a li jinê protesto kirin
Platforma Piştevaniya Jinê ya Londonê vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li ser fermana Serokkomarê Tirk Erdogan protesto kirin û got: “Em vê biryarê nas nakin.”
Platforma Piştevaniya Jinê ya Londonê vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li ser fermana Serokkomarê Tirk Erdogan protesto kirin û got: “Em vê biryarê nas nakin.”
Li paytexta Brîtanya Londonê vekişîna desthilata AKP-MHP’ê ya ji Peymana Stenbolê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakî li pêşiya sefaretxaneya Tirk a Londonê hate kirin.
Li ser navê platformê Besîme Başar daxuyanî da û got: “Dijminahiya dewleta Tirk a li jinê nayê qebûlkirin, ev yek ji aliyê hemû Ewropayê ve rê li ber nerazîbûnan vekirin. Em vê biryarê nas nakin.”