TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir

Çalakvanên TJA’yê çûn serdana Malbata Şenyaşar a ku nobeda berxwedaniyê didomîne.

Serdanên bi armanca piştevaniya bi Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku 16 roj in li ber edliyeya Rihayê li ber xwe didin didome. Tevgera Jinên Azad (TJA) çû serdana Malbata Şenyaşar, ku tevî barana zêde ya li bajêr nobeda xwe li ber edliyê berdewam dike. Parlamentera Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn, Hevserokê bajarê Amedê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sevval Gulmez û gelek aktîvîstên TJA’yê beşdarî serdanê bûn.

'EZ Ê BETONAN BIŞKÎNIM Û LI EDALETÊ BIGERIM!'

Şenyaşar got, “Ez li her derê li edaletê geriyam, lê min nedît. Ez ê kulingekêhilgirim, betonê bişkînim û li edaletê bigerim, dad dikare li wir be."

Parlementera HDP'ê Remziye Tosûn diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna malbatê û got, "Çi dibe bila bibe, em ê li rex dayika xwe bimînin. Êşa wê êşa me ye jî. Çawa ku 3 sal berê 3 kes bi neheqî hatin kuştin, îro Fadil Şenyaşar jî bi heman rengî neheqî tê girtin."

Li aliyê din, endamên şûbeya Tum-Bel Sen a Rihayê çûn serdana Malbata Şenyaşar û peyama hevgirtinê dan.