Dayikên Şemiyê bang kirin: Em dozdar in

Dayikên Şemiyê yên ji ber çalakiya 700’an doz lê hate vekirin, vê hefteyê jî daxuyanî da û peyama ‘Em ne dozlêbûyî ne, dozdar in. Çiqas sal derbas bibin bila bibe, em dev ji Galatasarayê bernadin’ dan.

Dayikên Şemiyê di hefteya 835’emîn de ji bo li aqûbeta windayan ango xizmên xwe bipirsin û kujer werin cezakirin, vê hefteyê jî ji ber pandemiyê bi rêya onlîne lidar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li ser doza li li wan hatiye vekirin rawestiyan. Di 25’ê adarê de danişîna ewil a doza dayikan hatibû lidarxistin. 

Dayikên Şemiyê ji bo vê dozê vê peyamê dan: “Em ne dozlêbûyîne, em dozdar in.” 

Di çalakiyê de ewilî Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku di heman demê de parêzeriya Dayikê Şemiyê dike axivî. 

Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku mafê “Xwepêşandan û civînê” mafek yasayî ye û got: “Me diyar kir ku teqez ev cezayê tê xwestin li dijî qanûnan e. Wê dadgeh lêkolîn bike. Doz dê di 12’ê tîrmehê de dîsa were lidarxistin. Raya giştî dibêje ‘dozek wiha nabe li Dayikên Şemiyê were vekirin, ew di nava lêgerîna edalet û heqîqetê de ne’ û berteka xwe tîne ziman.”  

Ji parêzerên dozê Emel Atakturk jî destnîşan kir ku lêpirsîna însanên ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatine qetilkirin û windakirin mafek xwezayî ye û darizandina dayikan nayê qebûlkirin û her wiha tacîza darazê jî nayê qebûlkirin. 

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê hiqûqzan Kerem Altiparmak jî anî ziman ku doz vekirina li dayikan li dijî hiqûq û yasayan e û ev doz bêwate ye. Altiparmak destnîşan kir ku divê Dayikên Şemiyê ji vê dozê werin beraetkirin û ev doz parçeyek ji têkoşîna edaletê ya li Tirkiyê ye. 

Daxuyaniya vê hefteyê Setenay Yarici ya xwarziya Hayrettîn Eren ê di serdema darbeya 12’ê Îlonê de hatibû windakirin xwend. Yarici destnîşan kir ku 865 hefte ne ji bo aqûbeta windayan têdikoşin û wiha got: “Em mafê xwe yê azadiya civîn û îfadekirinê bikar tînin û dixwazin raya giştî agahdar bikin. Em dixwazin saziyên peywendîdar ên dewletê dengê me bibihîzin û pirsgirêkên me werin çareserkirin. Me di hefteya 700’î de xwest peyama xwe ji rayedarên dewletê re ragihînin. Lê em li Meydana Galatasarayê bi tundiya polîsan re rûbirû man. Di destê me de qerenfîl hebûn û ew jî bit oma, jop, gaz û mertalan bi ser me ve hatin. Li me dan û me binçav kirin. Me di şertên îşkenceyê de binçav kirin. Yên ku li hember me sûc kirin nehatin sûcdarkirin lê me sûcdar kirin û doz li me vekirin. Dozgerî ango daraz tişta dij qanûnî nabîne lê radibin me dij qanûnî nîşan didin. Ên ku di vê li edliyan werin darizandin ne em bin, divê kujerên windayên me werin darizandin. Winda ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û windakirin. Em sûcên li ser xwe red dikin. A rast em wan kesên hiqûqê birêve nabin, edaletê dikin amûra siyasetê sûcdar dikin. Me li dadgehê qîr kir û got; Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in. Çend sal derbas bibe jî em ê dev ji Galatasarayê bernedin.”