Li Şengalê 1’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan destpê kir
1’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê li Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê, destpê kir.
1’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê li Meclîsa Gel a Xanesorê ya Şengalê, destpê kir.
1’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê li meclîsa Gel ya Xanesor a Şengalê bi dirûşmeya ‘Bi jin jiyan azadî em ê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin’ bi beşdarbûna 70 delegeyî ji ciwanên Ereb û Êzidiyan di saet 10:00’an de destpê kir. Konferans bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre ji bo dîwanê berdevka Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Sûham Şengalî, berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Avesta Ezda û berdevka Tevgera Azadiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan hatin hilbijartin.
Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr, YJŞ’ê wê bêne xwendin. Di heman demê de sînevîzyonek ku ji perspektîfên Rêber Apo hatiye berhev kirin wê bê temaşe û guhdar kirin. Di heman demê de rapora kar û xebatê du salan yên jinên ciwan wê bê xwendin.
Salona konferansê bi posterên Rêber Apo û Jinên pêşeng yên weke Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sara û Rûken, yên di rêya têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine hatiye xemilandin.
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen ve hat kirin.
Rîham Hesen, konferansê di serî de li Rêber Apo, hemû şehîdên azadiyê û şervanên azadiyê pîroz kir, silavên xwe ji Rêber Apo re şand. Rîham Hesen ev tişt got: “Em di şexsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî de konferansê li hemû şehîdan pîroz dikin. Em konferansa ciwanên Ereb û Êzidî gelek pîroz dibînin ku di demeke gelek girîng de pêk tê. Dijmin di şexsê ciwanan de dixwazin civakê tune bikin. Hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurte ku dê ji hemû êrîş û polîtîkayên qirêj re bibin bersivek xurt. Yê ku divê şerê de pêşengtî ji şerê azadiyê û civakê re bike ciwan û jin in. Rolê mezin dikeve ser milê û ciwanan. Wekî ku me di destpêkê de jî gotibûn hêviya me ji ciwan û konferansê gelek xurte ku dê ji pêvajoyê re bibin bersivek xurt. Her wiha em ê li dijî polîtîkayên qirêj ên dijmin ku dixwaze di navbera civaka Ereb û Êzidiyan de cudahî çêbike têbikoşin û hevgirtina gelan xurtir bikin.”
Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona ku ji dahûrandinên Rêber Apo hatibû amadekirin, hat temaşekirin û guhdarkirin.
Konferans bi axaftinan didome.