Li Fransa û Swîsreyê jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan

Vekişandina dewleta Tirk a ji Peymana Stenbolê li Ewropayê tê protestokirin.

Meclîsa Jinan a Mizgînê ya Bernê, Meclîsa Jinan  a Bernê ya SYKP’ê, Kolektîfa Bernê ya Greva Jinan û Kolektîfa Jinan a Bernê ya Greva Îklîmê û jinên koçber jî di nav de gelek jin li Bahnofplatzê hatin ba hev.

Meclîsa Jinan a Mizgînê ya Bernê di çalakiyê de daxuyanî da û got, “Divê Tirkiye dîsa vegera Peyama Stenbolê. Em vê biryara li dijî demokrasiyê qebûl nakin û em ê li dijî polîtîkayên qirker ên feraseta mêrserwer têbikoşin.”         

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî Meclîsa Jinan a Ronahî, Jinên Ciwan ên Têkoşer û jinên SYKP’yî jî nav de jin li Barfusserplatzê kom bûn.

Li ser navê saziyê beşdar daxuyanî hate dayîn û hate gotin “Em ê piştgiriyê bidin jinên girtî û jinên ji bo mafên xwe dadikevin kolanan.”

Piştî meşê jin heta qada Claraplatzê bi sloganan meşiyan.

PARÎS

Li Parîsê jî jin li Qada Les Hallesê kom bûn û biryara Erdogan a ji vekişandina Peymana Stenbolê protesto kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku ev biryar li dijî jinan êrîşeke mezin e û hate gotin, “Di sala 2020’an de ji 300’î zêdetir jin hatin kuştin. Vê biryara Erdogan ji bo xurtkirina civaka mêrserwer û dijminatiya jinan dike, gaveke siyasî ye.”