Li Berlînê doza li dayikên Şemiyê hatî vekirin hate protestokirin

Doza li dayikên Şemiyê hatî vekirin li paytexta Elmanya Berlînê hate protestokirin.

Însiyatîfa Piştevaniya Dayikên Şemiyê ya Berlînê, doza li 46 kesan a li dayikên şemiyê ku di çalakiya hefteya 700’an de ji bo aqûbeta kesên winda pirsîn ku polîsan êrîşî wan kiribûn, hatibûn destîrkirin protesto kirin.

Di çalakiyê de li ser navê ICAD’ê wiha hate axivîn: “Li şûna deweta Tirk hesabê kesên destgîrkirî jiyana xwe ji dest dayî bide, kesên ku li aqûbeta wan kesan dipirsin jî qasî 3 salan cezayê girtinê lê dibire. Ev jî tê wateya ku serdozgerê Tirk di bin fermana desthilatiya faşîst a AKP-MHP’ê de ye.”

Di çalakiyê de daxuyaniyên dayikan jî hate xwendin. Dayika Şemiyê ya bi navê Elmas Eren got: “Kurê min ziyan nade mêruyekê jî. Her wiha em jî bi heman şêweyî. Lê ji ber ku me li Galatasarayê li aqûbeta windayên xwe  pirs kir, wê cih li me qedexe kirin. Ez ne dev ji kurê xwe ne jî ji Galatasarayê bernadim.”

Bermd Lehman a ku li ser navê Solîmetz Berlînê axivî got ku ev nêzî 20 sale çalakiya dayikan didome û diyar kir ku ew vê bê mafiya li dayikan tê kirin şermezar dike, zextên faşîst jî qebûl nakin.

Piştî axaftinan çalakî bi qêrkirina dirûşmeyan bi dawî bû.