Ji bo xebata 4'an a pirtûka 'Çîroka Her Jinê Heye' bang

Pevgihîna Jinana a Utamarayê ji bo xebata 4'an pirtûkê ya ''Çîroka Her Jinê Heye'' bang kir.

Pevgihîna Jinan a Utamarayê daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ji bo xebata pirtûkê ya ''Çîroka Her Jinê Heye'' serlêdanê dest pê kiriye.

Pevgihîna Jinan got, ''Navenda Pevgihîna Jinan a Utamarayê beriya niha bi sê pirtûkan xebata ''Çîroka Her Jinê Heye' ya çîrok û helbestan ku jinan nivisisandiye gihandibû ber destê xwendekaran.

Em dixwazin rêça ''Çîroka Her Jinê Heye'' ku em hêja û bimane dibînin bidomînin û xebata 4'an a pirtûkê bidin destpêkirin.''

Li ser şertên tevlêbûnê hate gotin got çîrok û helbestên ku ji hêla jinan ve hatine nivîsandin û çîroka jiyana jinan kirî mijara xwe divê beriya niha li ti deverê nehatibe weşandin, çîrok û helbest bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Ingilizî dikarin werin nivîsin, beşdar dikarin 1 helbet û 1 çîrok an jî du helbest û du çîrokan bişînin, nivîs bi navê ku hatine şandin wê biweşin û mafê weşandinê dikeve dest wan, divê nivîs bi rûpea A4 be û ji 5-6 rûpelan ne zêdetir be, bi destxetê jî û e-maîlê dikarin bişînin û heta 1'ê Îlona 2021'an dikarin bişînin.

Her wiha hate xwestin ku beşdar nav, adrês, e-maîl, nimroya telefonê li gel kurtejiyana xwe û wêneyekî bişînin.

Adrês: 

Frauenbegegnungsstatte

UTAMARA e.V

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel: 02644-602424

Fax: 02644-602426

e-mail: [email protected]