Başaran: Jin ji Peymana Stenbolê venekişiyane!

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, "Ji Peymana Stenbolê deshilatdariya AKP-MHP'ê vekişiya, jin venekişiyan."

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran tevî parlamenteran têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê li Meclîsê daxuyanî da.

Başaran diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li jinan dewam dikin û got, "Demeke dirêj bi rengekî sergirtî meşand. Lê bi taybetî ji sala 2016'an ve rojane bi rêk û pêk êrişî destketiyên jinan, êrişî paşeroj û îradeya jinan dikin, bi vî rengî hewl didin li ser piyan bimînin. Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke dijminatiyê li jinan dike, hebûna xwe bi vî rengî dewam dike."

Başaran bal kişand ser zext û zordariya desthilatdariyê ya li dijî jinan û anî ziman ku di rewşeke wiha de tenê sala 2020'î herî kêm 300 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Başaran got, "Di rewşeke wiha de ku tundî li jinan dihate kirin, deshilatdariyê Peymana Stenbolê kir mijara nîqaşê û bi israr li ser rawstiya. Herî dawî bi darbeyeke nîvê şevê 20'ê Adarê hate ragihandin ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane. Bêguman ti aliyekî hiqûqî ya qebûlkirina vê nîne. Qanûn, Destûra Bingehîn li pêş çavan e. Ûsila qebûlkirina peymaneke navneteweyî eşkere ye. Serokê Giştî yê AKP'ê bi tenê ji Peymana Stenbolê vekişiya, jin ji vê peymanê venekişiyan. Bi êrişa li dijî Peymana Stenbolê hûn jinan di nava tundiyê de dihêlin."

Başaran herî dawî got, "Heta ku em jin Peymana Stenbolê neqedînin, mêrek nikare vê peymanê ji holê rake."