JIN
Hemû Nûçe
-
Şandina nameyan a ji bo azadiya Ocalan didomin
Çalakiya şandina nameyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Sekreterê Giştî ya NY’yê Antonîo Gûteres tê şandin, dewam dike. -
Li Semsûnê mêrekî hevjîna xwe qetil kir
Li Salipazari a Samsûnê mêrekî hevjîna xwe qetil kir. -
HDP li Îzmîrê çû serdana jinên karker
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Îzmîrê çû serdana jinên ku li ser erebokan tiştan difiroşin û nan lêdixin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li pirsgirêkên jinan guhdarî kir. -
Nergîz: Jin wê dev ji Peymana Stenbolê bernedin
Hevşaredara Nisêbînê û Parêzer Semîre Nergîz a destnîşan kir ku Peymana Stenbolê nexşereyeke têkoşînê ye ya li dijî tundiya li jinan tê kirine. Semîre Nergîz diyar kir ku ew betalkirina peymanê qebûl nakin. -
TAJÊ Çarşema serê Nîsanê pîroz kir; Xwedî li çand û baweriya xwe derkevin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir. TAJÊ bang li civaka Êzidî kir ku li her devera lê ne çand, bawerî û cewhera xwe ya Êzidiyatî biparêzin û tifaqa xwe xurt bikin. -
Yildiz: Divê bi lez gav werin avêtin
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Destîna Yildiz diyar kir, nabe ku daxwaza girtiyên li dijî tecrîda li ser Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, bi axaftina telefoneke 4 deqîqeyan were bicihanîn. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Zeyneb Dayan veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Rojda bi navê Zeyneb Dayan a di şerê li herêma Besta ya Şirnexê de şehîd bûbû, li Sêrtê veşartin. -
Jina ku şewitî hatibû dîtin, jiyana xwe ji dest da
Li Hawêla Sêrtê jina bi navê Saynûr Suyuncu şewitandî hatibû dîtin. Piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Li Amedê 11 aktîvîstên jin hatin girtin
Ji 26 jinên ku ji aliyê polîsên Tirk ve li Amedê hatin destgîrkirin 11 jin hatin girtin. -
Kongreya Star dayika Uveyş bi bîr anî
Koordînasyona Kongreya Star di salvegera wefata wê ya 28’emîn de dayika Rêberê Gelê Kurd bi bîr anî. -
Nûpelda Çelîk: Hukmê qesrê li ser destketiyên jinan nîne
Ji Rizgariya Jinê Nûpelda Çelîk bal kişand ser êrişên dewletê yên li ser sazî û destketiyên jinan û got, "Mafê qesrê nîne ku li ser destketî û jiyana jinan hikum bide." -
Jinan ji Amedê bang kir: Bi gotina mêrekî em destkeftiyên xwe bernadin
Başaran a ku di çalakiya ji bo protestokirina vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê de axivî got, “Bi gotina mêrekî em dest ji destkeftiyên xwe bernadin.” -
Jinên li Wanê xwedî li Peymana Stenbolê derketin
Li Wanê HDP û TJA xwedî li Peymana Stenbolê derketin û desthilatdariya AKP û MHP’ê ya dijminê jinan protesto kirin. -
Li Amedê dorpêça polîsan: Jin li ber xwe didin
Li Amedê jinan ji bo Peymana Stenbolê xwestin çalakî bikin, polîsan jin dorpêç kirin. Berxwedana jinan didome. -
Jinên Kurd ên li Rûsya tecrîd protesto kirin
Jinên Kurd ên li navçeya Novoaleksandrovskaya a girêdayî Herêma Stavrapol a Rûsyayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan proteost kirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Amedê du jin hatin girtin
Ji jinên di operasyona qirkirina siyasî ya 5’ê Nîsanê li Amedê hate pêkanîn de, Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez hatin girtin. -
'Darbe li jinan hate kirin, têkoşîna hevpar hewce ye'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan got got,''Betalkirina Peymana Stenbolê berdewama darbeyê ya li destkeftiyê jinan e'' û bal kişande ser giringiya têkoşîna hevpar. -
Li Amedê 6 jinên hatibûn destgîrkirin, hatin girtin
Ji jinên 5’ê Nîsanê di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê de hatibûn destgîrkirin, 6 jê hatin girtin, 9 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Cezayê hebsa malê dan jinekê, dema destgîrkirina 8 jinan jî dirêj kirin. -
6 jinên li Amedê hatibûn destgîrkirin sewqî dadgehê kirin
Li Amedê ji nav 22 jinên hatibûn destgîrkirin, 14 jin sewqî dadgehê kirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan. -
Cenazeyê Aynûr Şîrîn a ji Aydinê li Îzmîrê hate dîtin
Aynûr Şîrîn a ku li Aydinê du roj in agahî jê nedihate stendin, cenazeyê wê li perava Pamûcakê ya Îzmîrê hate dîtin. -
Gef li jinên destgîrkirî tê xwarin
22 jinên li Amedê hatin destgîrkirin 3 roj in li emniyetê tên hiştin. Li gorî agahiyan heqaret li jinan tê kirin û gef li wan tê xwarin. -
Ayşe Şehrîban Demîrel: Gotina 'kuştina jinan polîtîk e' careke din piştrast bû
Endama Şaxa Rihayê ya OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel got, "Desthilatdariyê li şûna bicihanîna Peymana Stenbolê, destketiyên jiyanan jî tune hesiband." -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Canan Tan veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Nûda Besta bi navê Canan Tan a 7’ê Hezîrana 2020’ê li Bedlîsê di şerekê de şehîd bûbû, li Ebexe hate veşartin. -
Vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin
Jinan li bajarê Krefeld a Elmanyayê vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin. -
Jin News hat astengkirin
3 malperên ku Jin News li ser wan weşan dikir hatin astengkirin. NAVENDA NÛÇEYAN