Jinan ji Amedê bang kir: Bi gotina mêrekî em destkeftiyên xwe bernadin

Başaran a ku di çalakiya ji bo protestokirina vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê de axivî got, “Bi gotina mêrekî em dest ji destkeftiyên xwe bernadin.”

Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) bi şiyara “Me Peymana Stenbolê li kolanan bi dest xistiye, em ê li kolanan biparêzin”, xwestin ji Çerxerêya Dunya ya li Bûlvara Mahabad a navçeya Peyaa a Amedê heta Parka Roboskiyê bimeşin, polîsan destûr neda. Çerxerêya Dunya ya ku meş jê destpê bike polîsan xiste dorpêçê.

Jinên di dorpêça polîsan de, bê navber dirûşmeyên “Barîkat ne ji bo jinan, ji bo qatilan deynin” Bijî piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Jin jiyan azadî” berz kirin û li tilîliyan xistin. Jin bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan dorpêça polîsan şermezar kirin.

Piştî mûzakereya çar seatan jinan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankart û dovîzên ku bi nivîsa “Peymana Stenbolê dide jiyîn “Me kolan qezenc kirine, em dest ji destkeftiyên xwe bernadin” hatin hildan.

‘BITIRSIN, JI BER KU WÊ JIN DESTHILATA WE BIRÛXÎNE’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ku ev bi saetan e polîs dixwaze li qadê jinan bêdeng bike û got, “Bendên nekarîn li dora dijmin û kujerên jinan danin li dora jinan datînin. Vê carek din da diyar kirin ku ev desthilat dijminê jinan e. Naxwazin li pêşberî xwe jinan bibînin lê jin bend û rejîma we ya yekmêrî nas nake. We em xistin nava çar dîwaran lê me berxwedan domand, we gef xwarin me têkoşîna xwe berdewam kir. Hûn bi maf in ku bitirsin ji ber ku yê desthilata we birûxînin jin in.”

Başaran destnîşan kir ku Peyman di encama destkeftiyên dîrokî de hatiye bidestxistin û wiha dom kir: “Em nabin jinên maqûl. Em ê li Tirkiye û Kurdistanê hemû nasnameyan danîn aliyekî û gotina peymanê pêk bîne berdewam bikin. Bi gotina mêrekî em dest ji peymanê bernadin, bi dirûşme û tililiyên xwe vê desthilatê em ê çokê li wan bidîn danî û ew ê bibin kûrên maqûl.”