TAJÊ Çarşema serê Nîsanê pîroz kir; Xwedî li çand û baweriya xwe derkevin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir. TAJÊ bang li civaka Êzidî kir ku li her devera lê ne çand, bawerî û cewhera xwe ya Êzidiyatî biparêzin û tifaqa xwe xurt bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate bibîrxistin ku li gel 73 fermanan jî civaka Êzidî çand, bawerî, dîrok û ola xwe parastine û bi işaret bi rola jinên Êzidî hate kirin.

Di peyama TAJÊ de hate gotin, "Cejn û pîroziyên Êzidiyan nîşaneya xweza û gerdûnê ye. Her cejn xwedî ilim û felsefeyeke xwezayî, gerdûnî û jiyanê ye. Çarşema Serê Nîsanê jî yek ji cejnên civaka Êzidî ye ku nîşaneya avabûna gerdûnê ye. Çarşema Nîsanê sersala civaka Êzidî ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo parastina çand, bawerî û dîroka xwe, jinên Êzidî xwe bi pêşengiya TAJÊ û YJŞ'ê bi rêxistin kirine û wê heta dawiyê bi erka parastina çanda xwe rabin.

Di dawiya peyamê de cejn li tevahiya Êzidiyên li welat û derveyî welat hate pîrozkirin û ev bang hate kirin:

"Li ku derê dibin bila bibin, divê civaka me çand, bawerî û cewhera xwe ya Êzidiyatiyê biparêze. Li dijî her cûre êrişan hişyar bin, tifaq û yekîtiya xwe ava bikin."