Li Amedê dorpêça polîsan: Jin li ber xwe didin

Li Amedê jinan ji bo Peymana Stenbolê xwestin çalakî bikin, polîsan jin dorpêç kirin. Berxwedana jinan didome.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin” li dijî betalkirina Peymana Stenbolê meşekê li Dûryana Dunya a navçeya Peyas a Amedê xwest ku meşekê li dar bixin. Piştî ku jin li hev kom bûn polîsên Tirk jin dorpêç kirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Remziya Tosûn, Dersim Dag, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê û gelek jinên ji bo tevlî meşê bibin hatin Dûryana Dunyayê li çar cihên cuda ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
 
Jinên di dorpêça polîsan de, bê navber dirûşmeyên gotin, “Barîkat ne ji bo jinan, ji bo qatilan danînin”, “Bijî  piştevaniya jinan”, “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Jin jiyan azadî”  û lîlandin. Li dijî terora polîsên Tirk berxwedana jinan didome.