Li Amedê 11 aktîvîstên jin hatin girtin

Ji 26 jinên ku ji aliyê polîsên Tirk ve li Amedê hatin destgîrkirin 11 jin hatin girtin.

Di serdegirtinên 5'ê Nîsanê de ku li dijî rêxistinên jinan hate kirin 26 jin hatibûn destgîrkirin.

Ji wan aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg û Rabîa Tekas, piştî ragirtina li emniyetê, roja Yekşemê radestî edliyeyê hatin kirin.

Her sê jin ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar ve bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê.

Bi vî rengî hejmara jinên di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin girtin gihîşt 11 kesî.

Kesên hatine girtin wiha ne: Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez, Endama Akademiya Jinê ya Amedê Fîgen Aras, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinê ya Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Leyla Akgul, Ayşen Kanûş, Nûrşen Akbal û Şehrîban Zûgûrlî.

Têkildarî Dayika Aştiyê Nezahat Teke jî cezayê hepsa li malê hate dayin. Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer jî di nav de 14 jin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.