Kongreya Star dayika Uveyş bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star di salvegera wefata wê ya 28’emîn de dayika Rêberê Gelê Kurd bi bîr anî.

Îro salvegera 28‘an a salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: 

"Dayika Ûveyş mînaka jina bihêz e ku serî ji zilmê re netewand. Zarokên xwe li ser vî esasî xwedî kir. Ji me re mînaka serbilindahiyê ye. Ji ber ku rêya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir. Ew bû ku rêberê mezin anî dinyayê, xwedî kir û mezin kir ku bi saya wî em bi azadî dijîn.

Rêber Abdullah Ocalan dayika xwe wek xwedawendekê pênase kiriye. Em serfiraziya xwe tînin ziman ku kesayetek ku têkoşîna rizgariya Kurdistan û cîhanê bi rê ve dibe, anî dinyayê.

Rêber Abdullah Ocalan ji hêza dayika xwe sûd wergirt û ji xwe re kir çavkaniya hêza şoreşa jinan ku ji bo wê tê dikoşe.

Dayik mamoste, perwerdekar û rewşenbîr e. Ji ber wê dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe dike kesayeta dayika xwe bi bîr tîne û di kesayeta dayika xwe de kesayeta jina bi hêz û rêveber şîrove dike.

Em wek Koordînasyona Kongreya Star dayika Ûveyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr tînin û rehmet li giyanê wan be. Wan rêberên ku bi saya wan jin û gelên herêmê hatin rizgarkirin, anîn dinyayê."