Ayşe Şehrîban Demîrel: Gotina 'kuştina jinan polîtîk e' careke din piştrast bû

Endama Şaxa Rihayê ya OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel got, "Desthilatdariyê li şûna bicihanîna Peymana Stenbolê, destketiyên jiyanan jî tune hesiband."

Endama Şaxa Rihayê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel li ser vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê axivî.

Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku biryara li ser betalkirina Peymana Stenbolê gotina 'kuştina jinan polîtîk e' careke din piştrast kir. Demîrel anî ziman, biryara betalkirina Peymana Stenbolê li dijî hiqûqê ye, bêhikum e û destnîşan kir ku wê li dijî her cûre êrişên li ser mafê jiyana jinan bi biryardarî têbikoşin.

Demîrel bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinê û got, "Hebûna vê peymanê ji bo tevlîbûna jinan a li nava civakê hêzeke. Ji ber ku zanin ku dikarin xwe li dijî êrişan biparêzin. Lê belê desthilatdarî hewl dide jinan ji civakê tecrîd bike. Bi kurtasî ya ku dixwaze bê gotin wiha ye; bila jin nejî, bila jin li nava civakê bêbandor be'."

'JIN BI ÇALAKIYAN HÎN BI XURTÎ LI BER VÊ NÊZÎKATIYÊ RADIBIN'

Ayşe Şehrîban Demîrel bi bîr xist ku armancên ji bo rakirina Peymana Stenbolê li têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan qelibiye û got, "Kiryarên desthilatdariyê yên dijminatiya li jinan ji ber zîhniyeta desthilatdariyê ya li dijî jinê ye. Naxwazin ku jin xwedî gotin û maf be. Dema ku jin mafên xwe tînin ziman, dema ku li ber tundiyê radibin, ev yek tirsê dixe dilê mêran. Yanî di bingeha tirsa wan de jinên xurt hene yên serî li ber natewînin. Ji wan hebû ku bi vekişîna ji Peymana Stenbolê dikarin pêşî li vê tirsê bigirin. Em gotinên desthilatdariyê yên li dijî wekheviya jin û mêr bînin bîra xwe. Me zanîbûn ku desthilatdariyek van gotinan dibêje bi dadgerî û hêzên xwe yên çekdarî li gel jinan cih nagirin. Ji xwe bi vî rengî jî bû. Desthilatdariyê li şûna bicihanîna Peymana Stenbolê, destketiyên jinan jî tune hesiband. Di asta heyî de jî li gel îtirazên jinan, nîvê şevê peyman betal kirin. Vê yekê jin matmayî nehişt, lê bêhtir bi hêrs kir. Lewma jin herikîn qadan û bi çalakiyan hîn bi xurtî li ber vê yekê radibin."

BANGA JI BO TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANIYÊ

Ayşe Şehrîban Demîrel herî dawî ev bang li jinan kir: "Ji bo xwedîderketin û parastina destketî û mafên xwe divê hem hîn bi xurtî têbikoşin û piştevaniya hev bikin."