6 jinên li Amedê hatibûn destgîrkirin sewqî dadgehê kirin

Li Amedê ji nav 22 jinên hatibûn destgîrkirin, 14 jin sewqî dadgehê kirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan.

Li Amedê di 5’ê Nîsanê de 22 jin hatibûn destgîrkirin. 14 jin piştî îfadeya wan a li emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin.

Bêrîtan Canozer, Zeynep Aykat, Sevîm Bîçîçî, Şehrîban Zûgûrlî, Ayşe Kanûş Zengîn, Gurbet Ozer, Hasîbe Yazdik, Nalan Goze, Nezahat Teke, Nûrşen Akbal, Satîye Ok, Leyla Akgul, Fîgen Aras û Zeynep Uren ên hatibûn destgîrkirin, derxistin dadgehê.

Li dadgehê Bêrîtan Canozer bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan.

Hate diyarkirin 8 jinên li Midûriyeta Emniyetê jî dema wan a nezaretê hatiye dirêjkirin.