Nûpelda Çelîk: Hukmê qesrê li ser destketiyên jinan nîne

Ji Rizgariya Jinê Nûpelda Çelîk bal kişand ser êrişên dewletê yên li ser sazî û destketiyên jinan û got, "Mafê qesrê nîne ku li ser destketî û jiyana jinan hikum bide."

Ji saziya Rizgariya Jinê Nûpelda Çelîk li ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinê ji ANF'ê re axivî.

Çelîk anî ziman ku bi hinceta şewbê jin li malê hatine asêkirin û destnîşan kir ku tevî her tiştî jî têkoşîna jinan dewam dike. Çelîk li şûna Peymana Stenbolê bal kişand ser amadekariyên desthilatdariyê yên ji bo Peymana Enqereyê û diyar kir, cudahiya herî bingehîn a navbera herdu peymanan ew e ku qanûnên şerîatê lê bêne zêdekirin.

Nûpelda Çelîk işaret bi şewbê kir û ragihand kud esthilatdarî di vê pêvajoya şewbê de hewl da jinan li malê asê bike, ji aliyê aborî ve azadiyê ji wan bistînin û got, "Lê belê jinan têkoşîna xwe ya li dijî zilamtiyê dewam kirin ku bi qasî vîrûsa koronayê ev feraset kujer e. Bi vî rengî jinan pîlanên desthilatdariyê têk birin. Ji bo xwişkên xwe yên her roj tên kuştin, tundiya psîkolojîk, aborî, fîzîkî, hestewarî, zayendî li wan tê kirin û mehkûmî xizaniyê tên kirin, her roj dadikevin qadan."

Nûpelda Çelîk bal kişand ser polîtîkaya êrişê ya dewletê ya li dijî sazî û destketiyên jinan û got, "Mêr-Dewletê sala 2020'î di serî de Komeleya Jinê ya Rosa hewl da saziyên jinan pûç bike. Rêveberî û xebatkarên komeleyê hatin girtin. Desthilatdariyê ji ber ku nekarî jinan bitirsînin û bitepisînin, Nîsana 2021'ê ev nêzîkatiya xwe dubare kir. Çend roj berê li Amedê jinên ku ji bo Peymana Stenbolê li hev civiyan, di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin."

Nûpelda Çelîk bi bîr xist ku Tirkiyeyê di pêvajoya ber bi Newrozê ve nîvê şevê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand û got, "Nabe ku qesr li ser destketî û mafê jiyanê yê jinan xwedî hikum be."

Nûpelda Çelîk destnîşan kir ku cudahiya bingehîn a Peymaa Enqereyê ya li şûna Peymana Stenbolê tê amadekirin, bicihkirina qanûnên şerîatê ye.

Nûpelda Çelîk destnîşan kir ku jin wê dest ji jiyan, beden, destketiyên xwe bernedin û got, "Jin wê dest ji lêgerîna xwe ya li mafê xwe û dest ji Peymana Stenbolê bernedin. Peymana Stenbolê ya me ye, yên bi cih bînin jî em in."