Yildiz: Divê bi lez gav werin avêtin

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Destîna Yildiz diyar kir, nabe ku daxwaza girtiyên li dijî tecrîda li ser Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, bi axaftina telefoneke 4 deqîqeyan were bicihanîn.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn. Greva birçîbûnê di roja 138’an de didome.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Stenbolê parêzer Destîna Yildiz a ku grevên birçîbûnê dişopîne ji ANF’ê re axivî.

Yildiz diyar kir ku ew rewşa girtiyên li herêma Marmarayê ji ser muwekîlên xwe dişopîne û ragihand ku grevên birçîbûnê yên bi pênc kesan hatibû destpêkirin, ji ber nexweşiyên tendirustiyî bi komên du kes û sê kesan didome. Yildiz diyar kir ji ber ku greva birçîbûnê bi dorveger e her carê heman kes dikevin greva birçîbûnê ya 5 rojan û ev jî bandorê li ser tendirustiya girtiyan dike. Yildiz bal kişand ku di nav çalakgerên greva birçîbûnê de hinek girtî di salên 2018 û 2019’an de demeke dirêj di greva birçîbûnê de maye û ev jî dibe ku di demên pêş de rê li ber probleman veke.

NABE KU DAXWAZ BI AXAFTINA TELEFONÊ YA 4 DEQÎQEYAN WERE BICIHANÎN

Yildiz diyar kir greva birçîbûnê wekî hincet tê nîşandan û ji bo her 5 rojan cezayên dîsîplînê tê dayîn û dibe ku ev ceza di demên pêş de bibe cezayên hucreyê. Yildiz bi bîr xist ku daxwaza girtiyan meşrû ye, divê dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere û divê li Îmraliyê hevdîtinên malbat û parêzeran were kirin. Yildiz got “Nabe ku daxwaza girtiyan bi axaftineke telefonê ya 4 deqîqeyan were bicihanîn. Daxwaza girtiyan zelal e, divê hevdîtinên bi malbat û parêzeran bi pergalî û li gorî hiqûqê were kirin. Ev daxwaz ne axaftineke telefonê ya 4 deqîqeyan e ku li dijî isûlê ye.”

Yildiz diyar kir girtî wekî çareya dawîn neçar dimînin têkevin greva birçîbûnê û got “Divê siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl jixwe bipirsin ‘Gelo em li ku derê şaşiyê dikin ku girtî neçar dimînin ku têkevin greva birçîbûnê.’ Divê rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar peywira xwe bi cih bînin û di vî warî de hewl bidin. Ji ber ku pêvajo qet ne zelal e, grevên birçîbûnê bi dorvegerî didome lê piştre wê çi bibe ne diyar e. Beriya ku dereng bikeve divê ji bo qebûlkirina daxwazan gav were avêtin.”