Gef li jinên destgîrkirî tê xwarin

22 jinên li Amedê hatin destgîrkirin 3 roj in li emniyetê tên hiştin. Li gorî agahiyan heqaret li jinan tê kirin û gef li wan tê xwarin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan jî di nav de biryara girtina 33 kesan hate dayin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Jinê ya Rosa û gelek navnîşanan. Di encamê de 22 kes hatin destgîrkirin. Ji ber biryara nepenîtiyê danîne ser dosyayê, têkildarî lêpirsînê agahî bi dest neketin. 22 jinên destgîrkirî 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên hiştin.

Li gorî agahiyan, danê êvarê kiryarên xerab li jinên destgîrkirî kirine. Hate ragihandin, yek ji jinan rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bûye, lewma jinan xwestin ku derî bên vekirin, lê belê polîsan derî li wan venekirine.

Jinan jî ji bo vê rewşê şermezar bikin li derî dan, polîsên jin û mêr jî ketin nezaretxaneyê û kiryarên xerab kirin.

Hate ragihandin ku polîsekî mêr ê ku xwe weke şef dida naskirin, heqaret li jinan kirine, ji wan re gotine, "Ez ê mirovbûnê hînê we bikim, hûn ê bibin mirov" û gef li wan xwariye.

Polîsekî mêr jî li odeya bi nûmaraya 8'an bi ser jinekê ve meşiya ye. Li gorî agahiyan, jina ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bûye, nebirine doktor.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ji ber kiryarên xerab wê serî li dozgeriyê bidin û giliyê bikin.