Jina ku şewitî hatibû dîtin, jiyana xwe ji dest da

Li Hawêla Sêrtê jina bi navê Saynûr Suyuncu şewitandî hatibû dîtin. Piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Kelhoka Ziyareta Hawêlê ya Sêrtê jina bi navê Saynûr Suyuncu (27) a dêya 4 zarokan di 10’ê Nîsanê şewitî hatibû dîtin. Suyuncu ya ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn Beşa Şewatê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.

Hate diyarkirin Suyuncu duh êvarî jiyana xwe ji dest daye.

Hate îddîakirin ku li mala ku lê dijiya şîddet li Suyuncu dihat kirin û ji ber vê jî wê xwestiye xwe bikuje.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.