'Darbe li jinan hate kirin, têkoşîna hevpar hewce ye'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan got got,''Betalkirina Peymana Stenbolê berdewama darbeyê ya li destkeftiyê jinan e'' û bal kişande ser giringiya têkoşîna hevpar.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan têkilî betalkirina Peymana Stenbolê ya bi destê Tayyîp Erdogan li Taksîm Hîll Otelê bi nûçegihanên jin re hate cem hev.

Buldan têkilî betalkirina peymanê got,''Ev darbeya li jinan e. Gelek darbe hatibûn kirin û ev jî darbeyeke dîtir e. Ev darbe helbet ne nû ye. Ne jî ev darbe bi carekê re çêbûye. Betalkirina peymanê berdewama darbeya li destkeftiyên jinan e.''

Buldan bi berdewamî got,''HDP partiya jinan e. HDP têkoşîna jinan bi karîgerî dike, li dijî êrîşên li ser jinan têdikoşe. Deshilat jinan tenê weke depoyeke dengan dibîne. Jinan ji xwe re weke dijmin dibîne û ji bo ku rêxistiniya jinan qels bike têdikoşe. Ev êrîş li dijî hemû jinan û destkeftiyên jinan e. ''

Buldan bi berdewamî bal kişande ser giringiya têkoşîna hevpar û wiha got: ''Bi rengekî dijhiqûqî Peymana Stenbolê hatiye betalkirin. Axaftin û nîqaşên li ser betalkirina peymanê gelekî girîng in. Peymana Stenbolê metneke ku bi îmzeya hemû partiyan hatiye qebûlkirin. Lê bi biryara pergala yek kesî hatiye betalkirin. Ev li dijî qanûna bingehîn e jî. Îradeya yek zilamî qet û qet bi ser îradeya gel re nîne. Em qet û qet qebûl nakin. Ji bo vê yekê jî têkoşîna hevpar gelek bi qîmet e.”