HDP li Îzmîrê çû serdana jinên karker

Meclîsa Jinan a HDP’ê li Îzmîrê çû serdana jinên ku li ser erebokan tiştan difiroşin û nan lêdixin. Meclîsa Jinan a HDP’ê li pirsgirêkên jinan guhdarî kir.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Ji bo jinan edalet” hevdîtinên “Ji xizaniya jinan re na” li Îzmîrê di roja duyemîn de berdewam kir. Şandeya Jinên HDP’ê bi jinên karker re rûnişt.

Şandeya ku Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Zuleyha Gulum, Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn û gelek jinên din tê de cih digirt, li taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê çû serdana jinên ku dolmeyên mîdyeyan çêdikin.

Şandeyê armanca kampanyaya xwe ji jinên karker re kirin û bi hev re suhbet kirin. Jinên dolmeyên mîdyeyan çêdikin ji şandeya jinan re qala karê xwe kirin.

Şandeya HDP’ê pişt re jî bi jinên endamên Komeleya Firoşkarên Seyar a Îzmîrê re hatin ba hev û li pirsgirêkên wan guhdar kirin. Başaran di serdanê de got, “Jin li her qadê jiyanê bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û heqê keda xwe nastînin.” Başaran anî ziman ku di pandemiyê de herî zêde jin bi tesîrên neyînî re rûbirû mane û bandora xizaniyê herî zêde li ser jinan dibe.

Jinan qala zehmetiyên xizaniyê û kar kirin û şandeya HDP’ê xwestin ku dengê wan belav bikin.

Şande piştre li Taxa Kadîfekaleyê çû serdana jinên ku nan li tenûrê dixin û li zehmetî û pirsgirêkên jinan guhdarî kirin.