Vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin

Jinan li bajarê Krefeld a Elmanyayê vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê protesto kirin.

Li ser banga jinên DÎDF çalakiya ku hate kirin, Partiya Çep a Elmanya, Komeleya Dostên Kurd a Elmanya jinên Krefeld Seebrucken  û DGB’ê tevlî bûn.

Di axaftinên hatin kirin de vekişîna Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê hate şermezarkirin.

Hate gotin ku wê heta dawî li peymanê derkevin.