Jinên Kurd ên li Rûsya tecrîd protesto kirin

Jinên Kurd ên li navçeya Novoaleksandrovskaya a girêdayî Herêma Stavrapol a Rûsyayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan proteost kirin.

Jinên Kurd ên li Stavrapol a Rûsyayê dijîn bi daxuyaniyekê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî kirin.

Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Samîra Gasanova axivî û di serî te tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca tecrîdê naxwazin ramanên Ocalan bigihêje cîhana derve. Gasanova destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd dom dike, jinên ciwan jî di refên pêş ên vê têkoşînê de cih digire û got: “Heta Rêber Apo azad nebe, wê têkoşîna me bidome. Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe. Malbat û parêzer bikarin hevdîtinê pêk bînin.”

Gasanova bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hember pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi parçeyek konsepta heyî ya li ser gelê Kurd tê pêkanîn ve ve girê da, anî ziman ku yê pêk bîne jî dewleta Tirk e.

Basanova bang li raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafê mirovan kir ku bêdengiya xwe ya li hemberî vê bidawî bikin û bibin xwedî helwest.