Nergîz: Jin wê dev ji Peymana Stenbolê bernedin

Hevşaredara Nisêbînê û Parêzer Semîre Nergîz a destnîşan kir ku Peymana Stenbolê nexşereyeke têkoşînê ye ya li dijî tundiya li jinan tê kirine. Semîre Nergîz diyar kir ku ew betalkirina peymanê qebûl nakin.

Nerazîbûnên li dijî vekişîna hikûmeta AKP-MHP’ê ya ji Peymana Stenbolê dewam dike. Jin li her cihê lê ne vê biryarê protesto dikin. Hevşaredara Nisêbînê Parêzer Semîre Nergiz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. 

Nergîz anî ziman ku li dijî tundiya li jinên têkoşîn neçariyeke û her çendî ji Peymana Stenbolê hikûmet vekişe jî ew ê têkoşînê bidomînin.

Parêzer Semîre Nergîz diyar kir ku Peymana Stenbolê peymaneke ku qada navneteweyî li xwe digire û got: "Nexşerêyeke ku jin li dijî şidetê têdikoşe ye. Tirkiyeyê peyman îmze kir û kete bin berpirsiyariyan. Piştî demek dirêj Tirkiye ji peymanê vekişiya. Jinan li dijî rakirina Peymana Stenbolê nerazîbûnên cidî û seknekî polîtîk raber kir. Peymana Stenbolê bi taybetî di warê têkoşîna dijî tundiya li jinê nexşerêyeke. Di warê parastina jinê de dewlet xwedî erk e."

Nergîz got: "Peymana Stenbolê hem ji bo jinên di nava şer de dijîn, hem jî ji bo jinên koçber û hatin cihêkirin nexşerêyeke. Jin rakirina peymanê qebûl nakin, li qadan bi dengê bilind dibêjin ku dewlet ji vê peymanê venekişin. Jin heqê xwe dixwazin, mîna welatiyeke dewletê dixwaze ji bo dawî li polîtîkayên bêcezatiyê bê anîn li her qadê têdikoşin. Ne mimkûne ku jin ji Peymana Stenbolê vekişin. Di demkê de ku her roj bi dehan jin bi hovan tên qetilkirin, jin dev ji vê bernadin."

Nergiz wiha domand: "Nîqaşkirina jinan a cihê wan di warê jiyana aborî de yek ji felsefeya bingehîn a peymanê ye. Niha em wê yekê nîqaş dikin bê ka em ê çawa tundiya aborî ya yek ji tundiyên li jinê ye rakin. Divê çi bê kirin? Niha li ser koperatîf û jin wê çawa vegere jiyana aborî nîqaş dikin. Li şûna dewlet vê bike em rêxistin û saziyên jinan vê nîqaş dikin. Erkê esasî rêxistinkirine. Ji ber ku xwe rêxistinkirin neçariyeke. Di wê hêviyê de ne ku wê encamên baş derkevin."