Şandina nameyan a ji bo azadiya Ocalan didomin

Çalakiya şandina nameyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Sekreterê Giştî ya NY’yê Antonîo Gûteres tê şandin, dewam dike.

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nemayên hatine komkirin ji bo Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin şandin.

Jinên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan li ber derê postexaneyê kom bûn.

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Swêd Dayika Fîdan axivî. Dayika Fîdan anî ziman ku di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bisedan name ji Sekreteriya Giştî ya NY’yê re şandin. Dayika Fîdan diyar kir ku weke dayik û gelê Kurd wê tim li qadan bin û xwedî li pêngavê derkevin û heta digihêje serketinê.

Piştî axaftinan û şûnde nameyên hatibûn amadekirin ji Sekreteriya Giştî ya NY’yê re şandin.