Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Canan Tan veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Nûda Besta bi navê Canan Tan a 7’ê Hezîrana 2020’ê li Bedlîsê di şerekê de şehîd bûbû, li Ebexe hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Star bi nasnav Nûda Besta (Canan Tan) a di operasyona 2-7’ê Hezîrana 2020’ê ya li Bedlîsê hate lidarxistin de, li warê wê Ebexe ya Wanê piştî 10 mehan hate veşartin.

Cenazeyê Tan ji aliyê malbatê ve ji goristana bêkesan hate derxistin, li goristana Dêro ya navçeya Ebexe ya Wanê veşartin.

Leşkerên ku gund dorpêç kirin, rê neda ku ji derveyî ferdên malbatê tu kes din tevlî merasîma veşartinê bibin.