Jin News hat astengkirin

3 malperên ku Jin News li ser wan weşan dikir hatin astengkirin. NAVENDA NÛÇEYAN

Bi biryara 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê adresên “jinnews16.xyz”, “jinnews17.xyz”, “jinnews18.xyz” yên Jin News li ser wan weşan dikir hatin astengkirin. Di biryarê de hate gotin, “Bi biryara 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Amedê ya bi dîroka 05/04/2021 û hejmara 2021/1932-33-34 D.Îş hatiye astengkirin.”

Beriya niha di 22’ê Kanûna 2020’an de ku di heman rojê 3 car astengî ji ajansê re hatiye danîn. Bi astengiyên nû re heya niha 20 caran ajans hatiye astengkirin.

Hûn dikarin li ser adresa “jinnews19.xyz” xwe bigihînin malperê.