Operasyonên qirkirina siyasî: Li Amedê du jin hatin girtin

Ji jinên di operasyona qirkirina siyasî ya 5’ê Nîsanê li Amedê hate pêkanîn de, Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez hatin girtin.

Ji 26 jinên ku 5’ê Nîsanê li Amedê hatibûn destgîrkirin, duh 6 jê hatibûn girtin û 10 jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan, 1 jî bi hebsa malaê haibû cezakirin. Îro 5 jinên ku karûbarên wan li Midûryeta Emniyetê ya Amedê qediyan sewqî edliyeyê kirin.

Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş û Hevseroka DBP’ê Seval Gulmez û endama Mecslîa Şaredariya Bajarê Emzin a Amedê Rûken Bekalp, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Kaya û hevseroka berê ya HDP’ê ya Peyîzava Besîle Narîn di saetên êvarî de sewqî edliyeyê kirin.

Piştî îfadeya li dozgeriyê Tamriş û Gulmez ên sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar hatin kirin, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Bekalp, Kaya û Narîn ên ji bo girtinê hatin sewqîkirin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, endama Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş  Ûlûdag û Rabîa Tekas ên dema destgîrkirina wan hate dirêjkirin jî, karûbarên wan ên li Midûryeta Emniyetê ya Amedê didome.

Li aliyê din Zeynebp Ayakat a di saetên şevê de ji edliyeyê hate derxistin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.

Ji jinên hatibûn destgîrkirin 18 duh ji edliyeyê hatibûn derxistin, ji wan 6 jê hatibûn girtin, yek jî cezayê hebasa malê lê hatibû birîn. 10 jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.