Cenazeyê Aynûr Şîrîn a ji Aydinê li Îzmîrê hate dîtin

Aynûr Şîrîn a ku li Aydinê du roj in agahî jê nedihate stendin, cenazeyê wê li perava Pamûcakê ya Îzmîrê hate dîtin.

Aynûr Şîrîn a ku li Efelera Aydinê du roj in agahî jê nedihate stendin, cenazeyê wê li perava Pamûcakê ya Selçûka Îzmîrê hate dîtin.

Piştî ku tîmên tendirustiyê hatin dîtin ku Aynûr Şîrîn jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê û derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.